Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Misirî Xwepêşandanê li Dijî Serokê Xwe Dikin


Bi hezaran xwepêşaner roja Sêşemê li meydana Tehrîr kom bûn jibo protestokirina serokê Misirî, piştî Mihemed Morsî desthilatên herî zêde girte destê xwe.

Xwepêşandan heta şeva Sêşemê jî her berdewam bû.

Komelên opozisyonê dixwazin ku Morsî fermanên xwe yên vê dawîyê hilweşîne, ku li gor wan fermanan çênabe çi desthilatek bersîngê ferman û biryarên serokî bigire.

Xwepêşander dibêjin ku Morsî yê Îslamî dixwaze desthilata dîktatorî vegerîne Misirê. Lê belê Morsî dibêje ew ferman di vî demî de pêdivî ne jibo parastina aştî û tenahî ya Misirê.

Morsî roja Duşemê bi dadwerên mezin re kom bû, lê belê her rijd bû ku fermanên xwe bicîh bîne.
XS
SM
MD
LG