Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Mêvandarîya Rêberê Meksîkê Dike


Enrique Pena Nieto.
Enrique Pena Nieto.
Serok Barack Obama roja Sêşemê li Washington mêvandarîya serokê hilbijartî yê Meksîkê Enrique Pena Nieto dike.

Biryar e di wê civînê de behsa bazirganî, parastin û koçberîyê bihête kirin.

Koçberîya neqanûnî pirseke gelek girîng e di sîyaseta hundira Amerîkayê.

Birêz Pena Nieto qanûnên koçberîyê yên Amerîkî rexne dike û dibêje ew qanûn rêzê li beşdarîya koçberan di bihêzkirina aborîya Amerîkayê nagirin.

Li gorî Sentera Lêkolîna Pew, nêzîkî 12 milyon Meksîkî li Amerîkayê dijîn, di nav de şeş milyon ku bi neqanûnî li Amerîkayê dimînin.
XS
SM
MD
LG