Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîyasetvan Hasan Dogan Alozîya Navbera Hewlêr û Bexdayê Dinirxîne


Sîyasetvanê Kurd Hasan Dogan ku Herêma Kurdistana Îraqê ji nêz ve dişopîne, li ser nelihevîya Hewlêr û Bexdayê dibêje, di rastîyê de ne Îraq ne jî Kurd şer dixwazin, lê hikûmeta navendî tiştê ku nikare bi rêyên aştîyane bike dixwaze bi rêya provokasyonê pêk bîne.

Hasan Dogan, ji Dengê Amerîka re dîyar kir, sedema bingehîn ya nelihevîya Hewlêr û Bexdayê madeya 140’e ku hikûmeta navendî bi ti awayî naxwaze ev made li parêzgehên veqetandî yên Kerkûk, Selahadîn û Xaneqînê were bicih kirin.

Birêz Dogan, li ser 9 xalên ku wekî lihevkirina Hewlêr û Bexdayê hatin ragihandin dibêje, di wan 9 madeyên lihevkirinê de ti tiştekî nû tune ye.

Wî di berdewamê de bibîr xist, dema Îraq xwe hinekî bi hêz bibîne wekî hefteya borî wê dîsa êrîşê bîne ser Kurdistanê.
XS
SM
MD
LG