Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kombûna Hevalên Sûrîyê li Japonyayê Tundîya li Sûrîyê Şermezar Dikin


Dîplomatên pirtir ji 60 welatên cîhanê bang li civata navnetewî dikin ku giwaştina ser hikûmeta Serokê Sûrî Beşar Esed zêde bike da tundûtûjîya wî welatî bisekine ku bûye sedema mirina bi dehan hezaran kesan.

Koma “Hevalên Sûrîyê” îro Înîyê li Tokyo’yê kom bû da ku toleyên aborî û pîvanên din yên giwaştinê gotûbêj bike.

Di daxuyanîya girtinê de, Gruba “Hevalên Sûrîyê” kuştinkarîya berdewam, bombekirina deverên sîvîl yên rûniştinê û herwiha zêdegavîyên sîstematîk yên mafên mirovan li Sûrîyê şermezar kirin.

Wezîrê Derve yê Japonyayê Koichiro Gemba mêvandarîya civîna îro Înîyê kir. Birêz Gemba got, ew hêvî dike ku kombûna wan dê peyemeke sîyasî ya xurt bişîne hikûmeta Sûrî.
XS
SM
MD
LG