Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

San Suu Kyi Amade ye di Kêşeya Berdewam de Navbeynkarî bike


Rêbera opozîsyona ya Burmayî Aung San Suu Kyi pêşnîyar kir ku di kêşeya navbera gundîyan û metranên Budîst ku li dijî firehkirina madenên sifirê ya bi piştgirîya Çînê de navbeynkarîyê bike.

Xanim San Suu Kyi, ew pêşnîyar ragihand, dema ew serdana madenê kir.

Çend demjimêr berî serdana wê, polîsên Burmayî bi xortumên avê û gazên îsotê, bi sedan xwenîşandêran dijî madenê ji hev belav kirîbûn ku ji 11 rojan vir ve herêmr dagir kiribûn.

Keşeyekî Budîst ku pişikdarî li xwepêşandanê kiribû, ji Dengê Amerîkayê re got ku bi kêmî ve 20 metran di encama maytekirina polîsan de birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê.
XS
SM
MD
LG