Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Sûrî Şer Digihînin Nêzîkî Firokxaneya Şamê


Çalakvan Sûrî dibêjin ku pevçûn li nêzîk firokxaneya Şama paytext pêk hatine, li dema ku internet û telefonên destan bi roja sisiyan qetîyayî dimînin.

Berî wê bi rojekê, 20 hemwelatîyên Libnanî li hundir Sûrîyê hatin kuştin, li dema ku ligel serhildayan şer dikirin jibo roxandina Serok Beşar Esed. Ev nûçe jî girjîya li ser Sûrîyê li Libnanê zêdetir kir.

Piştî ragihandina kuştina van kesan, leşkerên Libnanê roja Înîyê hatin şandin bo bajarê Terablus li bakurê welêt. Di heman demê de hin çekdarên Misilman yên Sunî gule berdan asmanan jibo rêzgirtina kuştîyan. Bajarê Terablus roja Şemîyê aram bû.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan, ku bingeh li Brîtanya ye, dibêje ku Şerekî giran ligel bombebarankirinê roja Şemîyê li nêzîkî firokxaneya Şamê ya navnetewî pêk hat.

Ji alîyekî din ve, wezîrê derve yê Tirkîyê dibêje ku rejîma Sûrîyê bûye wekî mîlîşyayeke çekdar ya ku dagerîya ye zordarîyê di hewildanekê de jibo li desthilatê bimîne.

Ahmet Davutoglu roja Şemîyê li civînekê li Stenbolê axivî, ku wezîrên derve yê Ereb têde beşdar bûbûn.
XS
SM
MD
LG