Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekemîn Mizgefta Homoseksuelan li Fransayê Vebû


Dawîya vê hefteyê li Parîsê, yekemîn mizgeft li Ewropayê jibo kesên hevcinsbas hate vekirin. Mizgeft ji alîyê homoseksuelekî Fransî yê Misilman ku bi eslê xwe Cezayîrî ye, hate damezrandin.

Dema Ludovic Mihemed Zahed jibo nivêjî diçû mizgeftê, wî bi ne rehetîyekê hest dikir, ji ber ku ew homoseksuel e. Zahed yê 35 salî ku bi eslê xwe cezayîrî ye, hest dikir çavên hemû Misilmanên din li mizgeftê li ser bûn.

Jibo Zahed, ne tiştekî rikber e ku mirov homoseksuel û Misilam be. Lê carna wî hest dikir ku kesên din li mizgeftê bi vî şêweyî nafikirin.

Carekê, hevjînê wî ji alîyê çend zilaman ve li mizgeftê hatibû rawestandin û jêre gotibûn çê nabe ew guharan li xwe bike. Hingê Zahed biryar da ku mizgefta xwe ava bike.

Di vê mizgeftê de, jin jî dikarin ligel rex mêran nivêjê bikin û wê birêve bibin. Ev tiştî gelek caran çê nabe were kirin.

Lê Zehed piştgirîya desthilatên Îslamî li Fransayê nagire, jiber ku hevcinsbazîya eşkere ji alîyê gelekan ve li dijî prensîpên Îslamê tê dîtin. Xetîbê Mizgefta Mezin li Parîsê, Dalil Boubabker rexneyê li vê însyatîvê digire.

Boubabker dibêje, ev ne beşek in ji civaka me, jiber ku li ser hin bingehan hatiye avakrin ku li dijî prensîpên Îslamê ne.

Wekî beşek ji xewna wî bi Îslameke vekirî, Zahed herwiha vê dawîyê komelek jibo Misilmanên homoseksuel li Fransa ava kiriye, ku nuha 300 endamên wê hene.

Kerem kin dirêjahîya raportê li ser lînka jêrîn bi dengê Sîrwan Qiçço guhdarî bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG