Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Înternet Vedigere Sûrîyê û Şer li Şamê Berdewam e


Hêzên hikûmeta Sûrîyê roja Şemîyê êrîş birin ser derdora Şama paytext, li dema ku xizmeta telefon û înternetê careke din vegerîya piştî ku du rojan hatibû birîn.

Çalakvanan ragihandin ku êrîşên asmanî û pevçûnên li ser erdê di navbera serhilda û hêzên rêjîma Esed de li bajarok û gundên ser rîya ku diçe firokxaneya Sûrîyê ya navnetewî pêk hatin.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan got ku 14 serhilda li nêzîk bingeheke leşkerî li başûr rojavaya Şamê hatin kuştin, li dema ku hêzên hikûmetê êrîşê xwe berdewam dikirin.
Pirspor dibêjin ku rêjîma Sûrî hewil dide sînorekî li dora Şamê çê bike da ku karibe dest bi danûstandina çareserîyê jibo nakokîya 11 meh bike.

Şerê giran pêk hat rojekê piştî ku hêzên hikûmeta Esed êrîşeke mezin li rex firokxaneya Şamê destpê kir.

Hemdem, fîrma (Renensys) ya bingeh li Amerîka, ku çavdêrîya çalakîyên online dike, ragihandin ku destpêka roja Şemîyê xizmeta înternetê bi temamê careke din li Sûrîyê vegerîya.

Ajansa SANA ya nûçeyan ya ser bi hikûmeta Sûrîyê ve jî piştrast kir ku hemû hêlên înternet û telefonê li Şamê kar dikin nuha.

Hikûmet û serhilda hevdu bi birîna înternetê gunehbar dikin.
XS
SM
MD
LG