Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nîqaşên li ser Hevdîtinên Dewleta Tirkîyê bi Ocalan re Berdewam in


Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê Beşîr Atalay dibêje, jibo rawestandina xwîna ku diherike ew dikarin bi her kesî re hevdîtinan bikin.

Parlamenterên Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP), jî berdewambûna hevdîtinên bi Serokê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK), Abdullah Ocalan, bi rêvebirên Dezgeha Îstixbarata Millî ya Dewletê (MÎT), re piştrast dikin.

Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê, roja Duşemê di panela Enstîtuya Hizrên Stratejîk (SDE) de axatinek kir.

Birêz Atalay got, jibo rawestandina xwînê û çareserkirina vê pirsa jandar, pêwîstî bi kîjan amûr û mekanîzmeyan hebe, ew dê bê dudilî bikar bînin.

Li gor nirxandinên sîyasî, nîqaşên li ser rakirina zirxa parlementerîya 10 parlementeran jî di bin sîya hevdîtinên bi Ocalan re berdewam dikin, ku ne BDP ne jî AK Partî naxwazin danûstandinên li piştperdeyê rastî xetereyekê werin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG