Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Encama Peqînên Xwekujî de Herî Kêm 2 Leşker li Pakistanê Hatin Kuştin


Di encama du peqînên xwekujî yên lim ser kampeke artêşê de, herî kêm 2 leşker li Bakurêrojava Pakistanê hatine kuştin, jimareke din jî birîndar bûn.

Karbidestên Pakistanî radigihînin ku bûyer li bajarê Wana ya herêma eşirî ya Wezîristana Başûr qewimî.

Karbidestên Pakistanî herwiha didine zanîn ku êrîşvanan bi otomobîleke bi madeyên peqînkar dagirtî ajot ber derîyê kampa artêşê.

Demûdest piştî peqînan, ti kes berpirsîya êrîşê negirt ser xwe.
XS
SM
MD
LG