Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê îstixbarata Afganistanê Xalid Di Êrîşeke de Hate Birîndar Kirin


Serokê îstixbarata Afganistanê Esadullah Xalid
Serokê îstixbarata Afganistanê Esadullah Xalid
Serokê îstixbarata Afganistanê Esadullah Xalid îro Pêncşemê di encama êrîşekê de li paytaxt Kabul hate birîndar kirin.

Karbidestên Afganî dibêjin, Xalid di encama peqîneke li ser malekê de ku ew lê mêvan bû, hate birîndar kirin.

Karbidest didine zanîn ku Esadullah Xalidm piştî êrîşê ji nexweşxaneyê re hate rakirin.

Demûdest piştî êrîşê, ti kes berpirsîya êrîşê bi ser xwe ve negirt.

Esadullah Xalid li meha Îlonê dest bi seroktîya dezgeha îstixbaratî ya Afganistanê kirbû, piştî ku Serok Hamîd Karzayî kabîneya xwe nû kiribû.
XS
SM
MD
LG