Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Operasyona KCK’ê de 84 Kes Hatin Girtin


Roja Şemiyê, di çarçova operasyonên Komelên Civakên Kurdistan ( KCK ) de, li bajarên Batman, Mêrdîn û Sêrtê, polêsan avêt ser avahîyên Partiya Aşitî û Demokrasîyê ( BDP ) û malên rêvebirên partiyê.
Di encama serdegirtinan de, tevî Şaredarê Sêrtê yê BDP Selim Sadak, 84 kes hatin binçavkirin. Hêjayî gotinêye ku ev dibe cara çaran ku Selim Sadak di operasyonên KCK’ê de tê girtin. Berpirsa Hiqûqê û Cîgira Hevseroka Partîya Aşitî û Demokrasîyê Meral Daniş Beştaş jibo Dengê Amerîka destnîşan kir ku 4 salin bê navber operasyonên KCK dewam dikin.

Xanima Meral got armanca van operasyonan ew e ku BDP'ê li derveyê sîyasetê bihêlin.

Jibo guhdarîkirina raporta peyamnihêra Dengê Amerîka, failê deng kilik bike.
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG