Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

‘Daweta Xwînî’ li Dîyarbekirê


“Bizotê agirê dozeke xwînî ku êdî sar bûye, piştî ku bûk roja dawetê bi evîndarê xwe yê berê re direve, jinûve geş dibe."

Ev rev rê li rûxîyanekê vedike û şahî yê yanî dawetê vediguherîne şînê.

Lîstika Garcia Lorca ya bi navê “Daweta Xwînî” ji alîyê Şanoya Bajarê Mezin ya Amedê, bi derhênerîya Ferhat Keskin, bi Kurdî tê lîstin.

Derhênerê Kurd dibêje “wexta mirov listikek bîyanî yan klasîk li kurdistanê çêke divê bikeve pey bersîva pirsa eleqa listikê û cîhana Kurdan bihevre heye an na.“

Ferhat Keskin destnîşan dike armanca wî ew e ku çîroka cîhana mirovên Kurdistanê vebêje û jiber hindê jî lîstik dibe enstrûmantek.

Lîstika Daweta Xwînî ji alîyê 14 lîstikvanên Şanoya Bajar ve tê lîstin. Di rolên sereke de Ozcan Ateş, Rêzan Kaya, Yavuz Ekincî û Berfîn Emektar cî digrin.

Derhêner Ferhat Keskîn destnîşan dike ku Daweta Xwînî hevdîtina Lorca ya bi muzîk û çanda daweta Kurdî ye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG