Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş: Dixwazin BDP'ê Tasfîye Bikin


Selahattin Demirtaş
Selahattin Demirtaş
Hevserokê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş li Dîyarbekirê jibo operasyonên KCK got, "Dadgeh û dozger bi talîmata hikûmeta AKP'ê tevdigerin. Bi van operasyonan dixwazin BDP'ê tasfîye bikin."

Sîyasetvanê Kurd got, "Dilê serokwezîr naxwaze ku pirsgirêka Kurd çareser bike. Jibo çareserîyê, ya serokwezîr dê têgeha xwe bigûhere yan jî divê serokwezîr were guhertin."

Birêz Demirtaş polîtîkayên Tirkîyê yên ser Sûrî jî rexne kir û got: "Polîtîkayên Tirkîyê yên derheqa Sûrîyê jibo xerakirina yekîtîya Kurdan e."

Selahattîn Demîrtaş jibo karvekêşana serokê AKP'ê yê Dîyarbekirê jî wiha got: “Dibêjin karvekêşan e, lê ne wusa ye. Jiber ku Halît Advan rastîyan got, ji karê xwe hate dûr xistin. Serokwezîr tahamulê rastîya partîya xwe nake, gelo dê çawa tahamulê Kurdên BDP’ê bike?

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG