Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Filîstînê Mahmud Abbas Gera Xwe ya Tirkîyê Didomîne


Serokdewletê Filîstînê Mahmud Abbas, piştî qebûlkirina statuya ‘Dewleta Çavdêr’ ya Filîstîn’ê ji alîyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve, serdana fermî ya pêşî li Tirkîyê kir.

Mahmud Abbas, di vê serdanê de, bi asteke bilind ya fermî hate pêşwazî kirin ku hem li parlamena Tirkîyê peyivî hem jî bi Serokomar Abdullah Gul û Wezîrê Derve Ahmet Davutoglu re hevdîtin pêk anîn.

Mahmud Abbas, dîyar kir, ev serdana wî ya fermî li Tirkîyê, jibo wan rojeke dîrokî ye.

Serokomarê Tirk Abdullah Gul jî di civîna hevpar ya rojnamevanî de got, Îsraîl piştî dengdana li NY bi hêrs rabûye û bi biryara firehkirina cîwarbûna nû dixwaze başûr û bakurê Filîstînê ji hev biqetîne.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG