Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Tirkîyê Erdogan bi 70 Parlamenterên Herêmê re Dicive


Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayîp Erdogan roja Pêncşemê, bi 70 parlamenterên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) yên herêmê re, herwiha şaredar û serokbajarên partîya xwe re kom dibe.

Di civînê de rewşa dawî ya pirsa Kurd, polîtîkaya AKP’ê ya ser Kurdan û zirxa rakirina parlamenterên BDP’ê werin nîqaş kirin.

Parlamenterê AKP’ê yê Dîyarbekirê Galîp Ensarîoglu jî sibê beşdarê civînê dibe. Birêz Ensarîoglu ji Dengê Amerîka re got “Me di civîna berê de li ser mijara destnedayînê nîqaşên berfireh kirin”.

Birêz Ensarîoglu bi berdewam got, “Di heman civînê de jibo ku hizir û daxwazên herêmê ya di derbarê rewşa dawî a pirsgirêka Kurd de hîn bikin, me ji serokwezîr daxwaza civînêk cihê kir. Emê sibê kom bibin û ezê jî li ser rewşa dawî hizir û nêrînên xwe bi serokwezîr re parve bikim. “

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG