Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

'Hevalên Sûrîyê' Pênasînê bi Rikeberîya Sûrî Dike


Pirtir ji 100 delegeyên ji welatên curbecur yên cîhanê ku dixwazin Serokê Sûrî Beşar Esed dest ji seroktîyê berde, îro Çarşemê bi fermî pênasînê bi opozîsyona Sûrî dikin ku nûnera rewa ya gelê Sûrîyê ye.

Konferansa “Hevalên Sûrîyê” ku li Fas anku Mexrîb didome, îro Çarşemê piştevanîya xwe ji Hevalbendîya Netewî ya Sûrî re eşkere kir.

Wezîrê Derve yê Fasê Sadeddîn El Osmanî got, “em dixwazin derbazbûna sîtemeek demokratîk li Sûrîyê zûtir bikin û dawî li xunrijandinê bînin”.

Erebîstana Saudî jî li konferasnê ragihand ku ewê 100 mîlyon dolar alîkarî bide serhilayan.

Hevdem, endamê Komîsyona Peywendîyên Derve ya Encumana Niştîmanî ya Kurd (KNC) Dr. Abdulhekîm Beşar rexne li wê konferansê dike ku dawetname ji Kurdan re neşandîye.

Birêz Beşar ku di heman demê de Serokê Partîya Demokrata Kurdî li Sûrîyê ye got, opozîsyonek ku Kurd tê de cîh nagirin, ti car nikare temsîla gelê Sûrîyê bike.

Abdulhekîm Beşar herwiha dîyar kir ku ku xencî Kurdan, Alewî û Durzî jî beştarî li konferansa “Hevalên Sûrîyê” nakin û ew jî nîşane ye ku ew konferans tevahîya gelên Sûrîyê hembêz nake.
XS
SM
MD
LG