Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girjîya Navbera Çîn û Japonyayê Berdewam e


Japonya roja Pêncşemê 8 firokên şer yên F 15 şande asmanan, piştî ku firokeke Çînî derbazî asmanê kêşebar li nêzîkî giravên Deryaya Rojhilata Çînê bû.

Ew bûyer bû sedema girjîyeke diplomatîk di navbera her du welatên Asyayî de.

Serokwezîrê Japonyayê Osamu Fujimura dibêje, firokên ku hatine şandin, wekî bersiv e li ser ketina firokeyeke Çînî li nav asmanê giravên kêşebar. Wî got, Japonya protestoyeke fermî daye dest balyozê Çînî li Tokyoyê.

Berdevkekî ofîsa serokwezîrê Japonî ji Dengê Amerîka re piştrast kir ku ji bilî firokên F 15, firokeke E 2C ya çavdêrkirinê hatîye şandin, li asmana devera Naha li herêma Okinawa.

Hêjayî gotinê ye ku giravên Deryaya Rojhilata Çînê her gav bûye cihê girjîyê navbera Çîn û Japonyayê.

Çînî ji giravan re dibêjin “Dîyaoyu” û li Japonyayê ji wan giravan re “Senkaku” tê gotin.
XS
SM
MD
LG