Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka 2 Muşekên Patriot û 400 Leşker Dişîne Tirkîyê


Amerîka 2 sîstemên muşekên Patriot û 400 leşker dişîne Tirkîyê, da ku alîkarîya wî welatî bike ku xwe li hember êrîşên muhtemel yên Sûrîyê biparêze.

Berdevkê Wezareta Berevanî ya Amerîkayê, George Little got, wezîr Leon Panetta biryarek îmza kir, demeke kin berî çûyîna wî ya Tirkîyê.

Birêz Little got, sîstemên beravanîyê di hefteyên were de bêne cîh kirin, lê wî eşkere nekir ku cîhê wê li ku derê Tirkîyê be.

Dû re, Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Leon Panetta, di serdana xwe Bingeha Esmanî ya Încîrlik'ê de ji leşkerên Amerîkî re got, operasyon dê alîkarîya hewlên berevanîkirina Tirkîyê bike.

Almanya û Hollanda jî sîstemên Patriot yên berevanîyê dişînin Tirkîyê, wekî pişkek ji operasyona berevanîy; ku wê ji alîyê NATO'yê ve were birêve birin.
XS
SM
MD
LG