Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helgurd Cindyanî: Kurdên Sûrîyê Pêdivî bi Hemû Rengên Alîkarîyê Hene


Aliyek ji kombûnên Dîdarê
Aliyek ji kombûnên Dîdarê
Di 5 û 6ê vê mehê de, Dîdara Medyakarên Başûr-Rojava li bajarê Duhokê ji alîyê Wezareta Rewşenbîrî û Lawan ya Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê hate lidar xistin. Di van kombûnan de jimareke mezin ji rojnamevanan amade bûn ku nêzîkî 50 ji wan ji hundir Sûrîyê hatibûn.

Di vê debarê de, birêz Helgurd Cindyanî, rêberê giştî yê çap û ragihandinê li Wezareta Rewşenbîrî û Lawan ji Dengê Amerîka re eşkere kir ku mebesta sereke ya vê dîdarê ew bû ku rojnamevanên Kurdên Îraqê û Sûrîyê bîne cem hev, wan bi hev bide nasîn û rîyên karên hevbeş di paşerojê de li nav wan ava bike.

Birêz Cindyanî herwiha da zanîn ku komîteya bilind ya dîdarê jimareke pêşniyar di dawîyê kombûnan de derxist da ku bigihêjin dest serokê parlemana Kurdistana Îraqê û hikûmeta herêmê jî.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG