Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan bi Parlamenterên Kurd re Civîya


Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Pêncşemê, bi parlamenterên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) yên herêmê re, herwiha şaredar û serokbajarên partîya xwe re civîya.

Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê Huseyin Çelik di derbarê naveroka kombûnê de got “di derbarê pirsgirêka Kurd û herwiha gef û bizavên rêxistina terorê û jibo yekdengîyek hemî mijar hatin nîqaş kirin.”

Huseyin Çelik destnîşan kir ku di civînê de mijara zirxa rakirina parlamenterîyê û bûyera Roboskê jî hatîye rojevê.

Cîgirê Serokwezîr Huseyin Çelîk destnîşan kir ku di civînan de her kes azad e, lê piştî ku biryarek hat girtin hevalên wan mecbur in ku li gor wê biryarê, bi helwesteke hevbeş gavan bevêjin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG