Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dengdan jibo Destûrê Nû yê Misirê Destpê Kir


Nîva welatîyên Misirê, ku mafê dengdanê hene, roja Şembî dengê xwe didin li ser bernivîsa destûrê nû yê welatî.

Mêr û jin bi cûda li dibistanên Qahîre û neh parêzgehên din dengê xwe didin. Serokê Misirî Muhemed Mursî jî dengê xwe da.

Çend hefîtyan berî referandumê, xwepêşandanên mezin li dijî bernivîsa destûrî hatin kirin û tundûtûjî jî çêbûn.

Endamên lîbral, sekular û Kirstîyanên opozisyonê dibêjin ku destûrê nû azadîyên sivîl binpê dike çûnkî rolê qanûna Îslamî xurt dike û behsa mafên jinan nake.

120,000 leşker bingehên dengdanê diparêzin, li gorî karbidestan.

Nîva din ya dengderên Misirê li roja Şembî ya bihêt, 22’ê mehê, dengê xwe didin.

Referandum li du Şembîyan birêve diçe çûnkî piranîya endamên desthilata dadwerî dengdanê boykot dikin. Li gorî qanûna Misirê, divê desthilata dadwerî çavdêrîya dengdanê bike.
XS
SM
MD
LG