Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîhan Xemgînîya Xwe Hemberî Êrîşa Dibistana Amerîkayê Dîyar Dike


Êrîşa ku li bajarê Newtown yê wîlayeta Connecticut pêk hat û 28 kuştî li dû xwe hişt, bû egera nerazîbûnê li seranserê cîhanê.

Serokwezîra Awistralyayê Julia Gillard ev êrîş wekî karekî xirab ku nayê têgihiştin binav kir. Wê got ku wekî Serokê Amerîkî Barack Obama û hemwelatîyên wî, ew bi vê bûyerê dilşikestî ne.

Serokwezîrê Brîtanî David Cameron got ku ew xemxgîn û matmayî bû dema ku derbarê vê bûyerê bihîst.

Herwiha Serokê Fransî Francois Hollande got ku ew bi nûçeya teqelêkirinê ture bû.
Catherine Ashton, berpirsa diplomasîyê li Yekîtîya Ewropayê şoka xwe derbarê bûyerê derbirî, û serokê Komisyona Ewropî Jose Manuel Barroso jî xemgînîya xwe derbarê bûyerê nîşan da.

Herwiha Şaha Brîtanyayê Elizabeth, nameyek ji Serok Obama re sand, têde got ku ew bi vê bûyera kujer gelekî şok û xemgîn bûye.

XS
SM
MD
LG