Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mûalim: Cezayên Amerîkî û Ewropî Rewşa Gelê Sûrîyê Xirab Kir


Welîd El Mûalim
Welîd El Mûalim
Wezîrê Derve yê Sûrîyê dibêje, cezayên Amerîka û Ewropayê li ser welatê wî bûne sedem ku rewşa gelê Sûrîyê xirab bibe.

Welîd El Mûalim bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku van cezayan red bike û kar bike jibo hilweşandina wan.

El Mûalim roja Şemîyê ev daxwaza kir dema civînekê li Şam a paytext bi berpirsa mirovahîyê yê Neteweyên Yekbûyî Valerie Amos ku serdana Sûrîyê dike.

Amerîka û Ewropa jimareke ceza li dijî Sûrîyê ferz kirine wekî bersiv bo tepeserkirina rejîma serok Beşar El Esed li dijî xwenîşanderên ku daxwaza reformên demokratîk dikirin.
Protesto li Sûrîyê bi demê re bûn şerekî navxweyî ku heta nuha bêtirî 40 hezar kuştî li dû xwe hiştiye.

Di nav cezayên heyî de cemidandina pereyên Esed û rêberên din yên hikûmeta Sûrîyê heye ligel embargoya li ser bazirganîya petrol û çekan.
XS
SM
MD
LG