Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîrwan H. Berko li Ser Yekîtiya Siyasî ya Demokrata Kurd li Sûrîyê Daxive


Roja Înîya borî çar partîyên siyasî yên Kurd li Sûrîyê yekîtîyeke siyasî ragihandin, ku ev jî di pêşerojê de rê li ber yekîtîya wan ya rêxistinî vedike.

Di kombûneke cemawerî de li bajarê Qamişlo, Partîya Azadî ya Kurd (şaxê Mistefa Oso), Partîya Demokrata Kurd (el Partî), Partîya Yekîtî ya Kurd û Partîya Azadî ya Kurd (şaxê Mistefa Cûma) bi awayekî fermî yekîtîya xwe ragihandin.

Di vê derbarê de, rojnamevan Sîrwan H. Berko ji Dengê Amerîka re li ser vê yekîtîyê daxive û dide zanîn ku ew di vê qoxanê de xizmeta Kurdistana Sûrîyê nake.

Birêz Berko herwiha dibêje ku rola dîwana serokatîya Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê û Partîya Demokrata Kurdistana Îraqê di vê gavê de heye.

Jibo guhdarîkirina dirêjahîya vê hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG