Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Teqîn li Bakura Îraqê Berdewam in


Bi sedema zincîreka teqînan li bakura Îraqê, bi kêmî ve 20 kes hatin kuştin.

Du teqîn roja Duşemê li taxê Şîeyan li bajarokê Tuz Xurmatû, parêzgeha Kerkukê, qewimîn.

Otombîleke din li devera Şebekan li parêzgeha Musil teqî.

Teqînên roja Duşemê li deverên kêşe li ser qewimîn, ku ew dever yek in ji pirsgirêkên serekî li navbera Kurd û hikûmeta navendî ya Îraqê.

Herwiha di zincîreka teqînan roja Yekşemê li Kerkuk û Celewla, bi kêmî ve neh kes hatin kuştin.
XS
SM
MD
LG