Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qurbanîyên Komkujîya Dibistanê Tên Binaxkirin


Li bajarê Newtown, wîlayeta Connecticut, binaxkirina qurbanîyên komkujîya li dibistaneke zarokan destpê kir.

Roja Duşemê merasîma binaxkirina du zarokên 6-salî birêve diçe ku li dibistana Sandy Hook hatin kuştin.

Çekdarekê 20-salî roja Înî êrîşa wê dibistanê kir û 26 kes kuştin, ku 20 ji wan zarok bûn û çekdarî paşî xwe kuşt. Pêş ku Adam Lanza komkujîya xwe pêk bîne, dayîka xwe li mal kuşt.

Serok Barack Obama jibo sersaxîyê çû bajarê Newtown û şeva Yekşemê beşdarî di merasîmeke taybet de kir jibo rêzgirtinê li qurbanîyên wê komkujîyê.
XS
SM
MD
LG