Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ahmedînejad Serdana Xwe bo Tirkîyê Hilweşand


Serokê Îranî Mehmûd Ahmedînejad serdana xwe bo Tirkîyê hilweşand, li gor ajansa nûçeyên Mehr ya Îranî. Li gorî wê ajansê, jiber karên wî yên zêde, Ahmedînejad nikare biçe Tirkîyê.

Lê belê çavdêrên sîyasî bawer dikin ku sedemên neçûna serokê Îranê bo Tirkîyê, nerazîbûna Tehranê ye hemberî dana sîstema Patriot û piştgîrîya Tirkîyê ye bo opozisyona Sûrîyê.

Wezîrê derve yê Îranê Alî Akbar Salihî Enqere hişyar kiribû jiber dana sîstema patriot li Tirkîyê û bi “gaveke azrandinê” bi nav kir.
XS
SM
MD
LG