Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Komkujîyê, Xwendevanên Newtown Vegerîyan Dibistanê


Xwendevan li bajarê Newtown, wîlayeta Connectict, roja Sêşemê vegerîyan dibistanan, piştî komkujîya heftîya bihurî li dibistaneke wî bajarî.

Hêzên polîsî amade bûn dema xwendevan ber bi dibistanan diçûn.

Xwendin li hemû dibistanên wî bajarî destpê kir ji bilî dibistana Sandy Hook, cihê komkujîyê.

Di êrîşeke çekdarî de roja Înî, 26 kes li dibistana Newtown hatin kuştin, ku 20 ji wan zarok bûn.

Êrîşber Adam Lanza, yê 20 salî, piştî êrîşê xwe kuşt û pêş ku komkujîyê pêk bîne dayîka xwe kuşt.
XS
SM
MD
LG