Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kempeyna Perpûna Felcbûnê li Pakistanê Hat Sekinandin


Rukhsana Bibi jibo qîza xwe digirî ku ji alîyê şekdarekî nebas ve, li nexweşxaneyeke li Qaracîyê hate kuştin. 12/18/ 2012
Rukhsana Bibi jibo qîza xwe digirî ku ji alîyê şekdarekî nebas ve, li nexweşxaneyeke li Qaracîyê hate kuştin. 12/18/ 2012
Karbidestên saxlemîyê yên cîhanî kempeyneke perpûna felcbûnê li Pakistanê rawestandine, piştî zincîreke êrîşan li ser karkerên wê ku bi kêmî ve 8 ji wan tê de hatin kuştin.

Rêxistina Saxlemîya Cîhanê û UNICEF roja Çarşemê ferman da ku karkerên saxlemîyê ku programa perpûnê li seranserî Pakistanê bisekinînin, piştî ku çekdarên nenaskirî teqe li endamên sê tîmên din yên perpûnê kirin.

Polîs dibêjin ku karkereke jin û ajovanê wê, li bajarokê Charsadda bûn armanca êrîşekê û hatin kuştin.

Desthilatdar dibêjin ku kesekî din jî li nêzîkî bajarê Peşawer bi guleyekê birîndar bûye. Li bajarokê Nowshera li bakurê Pakistanê jî teqelêdanek pêk hat, lê ti kes di bûyerê de birîndar nebû.

Demeke zûtir yê vê hefteyê, li dema êrîşên li ser bajarên Peşawer û Qaracî, 6 kes hatibûn kuştin û jimareke kesên din jî birîndar bibûn.

Hîn zelal nebûye ku mîlîtanên Talîbanê role di van êrîşan de lîstibin yan na. Tevgera Talîbanê berê kempeynên felcbûnê red kirîye û ew wekî hincetekê jibo sîxorîyê binav kirîye.
XS
SM
MD
LG