Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berfê li Stenbol’ê Jîyana Rojane Rawestand


Bi barîna berfê û xerabûna rewşa hewayê re, li bajarê herî mezin yê Tirkîyê, Stenbol’ê jîyana rojane hate asta rawestanê.

Li bajêr bi sedan qezayên trafîkê pêk hatin, rêyên mezin xetimîn û kesên xwestin herin malên xwe jî bi seetan li ser rêyan asê man.

Do Pêncşemê, ji sibê ve şilîya berfê destpê kir ku jîyana rûniştvanên Stenbol’ê ku xwedî serjimarîyeke bêtirî 13 milyon kes e, asteng kir.

Jiber ku berfê ji nişka destpê kir, rêyên mezin yên hatin-çûnê xetimîn û bi hezaran kes jî ligel trombîlên xwe, demên dirêj di rêyan de asê man.

Dîsa helîkoptêreke taybet, jiber hêza bayê û barîna berfê, neçar ma ku bi lezgînî li perava behrê ya navçeya Sarîyer’ê deyne.

Walîtîya Stenbol’ê radigihîne ku perwerdeya li dibistanên serekî û navîn jiber rewşa nebaş ya hewayê jibo rojekê anku îro Înîyê hatîye sekinandin.

Karbidestên hewayê jî hişyarîyê didin welatîyan, bi taybetî jî ajovanan da ku jiber qeşemgirtina rêyan û xurtbûna hêzbûna bayê tedbîrên xwe bistînin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG