Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Tirkîyê Erdogan: Dibe ku Îraq jî Bikeve Rewşa Sûrîyê


Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, do êvarê di bernameyeke zindî ya televîzyonê de, li ser nîqaş û babetên rojeva Tirkîyê û derveyî welêt daxuyanîyên girîng dan.

Birêz Erdogan, ligel babetên navxweyî yên sîyasî û aborî herwiha li ser krîza Îraq’ê û Sûrîyê jî peyivî.

Serokwezîr Erdogan, li ser berdewama şer û pirsa Kurd li Tirkîyê dibêje, ‘Ez niha gelek vekirî û zelal dibêjim, xetayek bi çewtîyeke din nayê rast kirin. Heke li vir xunek hebe hun nikarin wê xunê dîsa bi xunê paqij bikin. Pîsîtî bi pîsîtîyê paqij nabe, pîstir dibe.’

Recep Tayyîp Erdogan jibo nelihevî û krîza li Îraqê bibîr dixe, dibe ku ew der jî bikeve rewşa Sûrîyê jiber ku gelek cudahîyên mezhebî li wir hene.

Serokwezîrê Tirkiyê jibo Serokê Sûrîyê Beşar Esed dîyar dike, ger bawerîya gel bi serokekî nema be, ew nikare li ser deshilatdarîyê bimîne.

Birêz Erdogan, bersivê dide rexneyên tund yên karbidestên Îranê û bibîr dixe ku muşekên Patriot tenê di çarçoveya parastinê de têne bicih kirin ku wê 6 baterya jibo salekê li bajarên Entab, Mereş û Edenê werin danîn.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG