Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Salvegera Kuştinkarîya Roboskê de Malbat li Benda Berpirsên Kiryarê ne


Di 28’ê vê mehê de bûyera Roboskê dibe yek salî, lê hîn jî berpirsên vê êrîşa ku di encamê de 34 Kurdên qaçaxcî hatibûn kuştin, nehatine eşkere kirin.

Ferhat Encu ji xizmê qurbaniyên Roboskê ye û tevî birayê wî 4 kes ji malbata wan hatine kuştin.

Ferhat Encu ji Dengê Amerîka re destnîşan kir ku armanca Komîsyona Uludere ne ew e ku berpirsan eşkera bike. Birêz Encu got, malbatên qurbanîyan bawer dikin ku fermana vê êrîşê serokwezîr Erdogan daye.

Xizmê qurbanîyan da zanîn ku derûnîya malbatan pir xirab e û her roj berê wan li televîzyonê ye, li hêvîyê ne ku behsa bûyerê were kirin û berpirsên wê werin ditin.

Hêjayî gotinê ye ku berî salvegera bûyerê li herêmê û li Tirkîyê dê bername û bizavên cuda werin lidar xistin. Di çarçoveya bizavan de hat destnîşankirin ku li bajarên Kurdan 27’ê mehê xwepêşandanên girseyî dê werin kirin.

Çaverê ye ku 28’ê mehê jî bi hezaran kes jibo bîranînê herin gundê Roboskê'yê.

Jibo guhdarîkirina raportê faylê deng klîk bike:

Salvegera Kuştinkarîya Roboskê
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG