Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Batun: Sîyaseta Îranê li Sûrîyê Serkeftî Nabe


Di demekê de ku şer û alozî li Sûrîyê berdewam in, rejîma Beşar El Esed piştgîrîya navneteweyî ji dest dide.

Rûsya, hevalbenda xûrt ya Esed, helwêsta xwe hemberî hikûmeta Esed guhert û serokê Rûsî ragihand ku ew ne parêzvanê rejîma Sûrî ne.

Rojnamevan û şirovekerê sîyasî Cemal Batun dibêje ku di qada navneteweyî de Rûsya mezintirîn piştgira rejîma Beşar El Esed bûye. Birêz Batun dibêje “gava ku Rûsyayê helwêsta xwe beramberî Sûrîyê guherand, ev yek têkçûna rejîma Esed gelek nêzîk dike.”

Derbarê rola hikûmeta Amerîkî di Sûrîyê de, birêz Batun got ku “Amerîka di rewşa Sûrîyê de sîyaseteke gelek aktîv birêve bir. Xuya dibe ku bandora Amerîkayê jî tesîrek li sîyaseta Rûsyayê kirîye beramberî Sûrîyê.”

Herwiha sebaret bi rola Îranê, birêz Batun got ku Îran piştgîrîya xwe jibo rejîma Esed heta dawî wê berdewam bike, jiber ku Îran di têkçûna Sûrîyê de xwe wek “welatekê seqet” dibîne.

Birêz Batun got ku “Îran zêdetir ji Beşar El Esed bi xwe, dixwaze ku Beşar El Esed li wir bimîne, jibo ku bandora xwe li herêmê berdewam bike. Lê belê ev sîyaseta Îranê wê bêguman biser nekeve.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG