Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

"Îran Şîya Xwe ji Embargoyên Neftê Azad Bike"


Rostem Qasimî
Rostem Qasimî
Wezîrê Neftê yê Îranê dibêje ku welatê wî şîya xwe ji ceza û embargoyên li ser firotina nefta Îranî rizgar bike.

Medyaya ser bi dewleta Îranê, roja Yekşemê gotinên Rostem Qasimî belav kir ku dibêje kerta nefta Îranê pêş du meha di rewşeke xirab de bû jiber embargoyên rojavayê, “lê belê heta astekê me xwe ji wê pirsgirêkê rizgar kir” li gor gotina wî.

Qasimî got ku Îran bi xwe barê gemîyên nefthilger garantî dike, piştî kompanyayên rojavayê red kir ku barê germîyên ku nefta Îranê dibin, garantî bikin.

Li çend mehên bihurî, hinarteya nefta Îranê li bi nêvî bû, ji ber embargoyên tund yên Amerîkî û Ewropî li dijî neft û bankên Îranê ku ji ber bizavên Tehranê yên navokî li dijî Komara Îslamî hatîne ragihandin. Buhayê diravê Îranê jî pir kêm bûye.

Îran red dike ku bernama navokî ya wê jibo çêkirina çekên navokî be.
XS
SM
MD
LG