Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Civîna Wî bi Esed re, Brahîmî Nîgeran e


Nûnerê navneteweyî Lexder Brahîmî dibêje ku rewşa Sûrîyê hêşta cihê nîgeranîyê ye, piştî civîna wî bi serokê Sûrî Beşar El Esed re.

Di gotarekê de bo peyamnêran roja Duşemê li qesra serokatîyê li Şamê, Brahîmî hêvî xwest ku hemû alî kar bikin jibo vedîtina çareserîyekê ku bi dilê gelê Sûrîyê be.

Li gorî ajansa nûçeyan ya ser bi rejîma Sûrî, Esed gote Brahîmî ku hikûmeta wî piştgîrîya her bizavekê dike ku li berjewendîya gelê Sûrîyê be û yekîtî û serwerîya Sûrîyê biparêze.

Civîna Brahîmî û Esed rojekê piştî êrîşeke esmanî ya hikûmeta Sûrîyê bû li dijî bajarekê bin kontrola serhildayan. Di wê êrîşê de roja Yekşemê bi kêmî ve 60 kes hatin kuştin, li gorî çalakvanan.
XS
SM
MD
LG