Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvan: Serhildayên Sûrî Bajarekî Nêzîkî Tirkîyê Kontrol Dikin


Piştî çend heftîyên şerên giran, hêzên serhildayên Sûrî bajarekî nêzîkî sînorê Tirkîyê kontrol dikin, li gorî çalakvanan.

Rêxistina Sûrî ya Çavdêrîya Mafên Mirovan raighand ku serhildayan roja Sêşemê bajêrê Harim li parêzgeha Îdlibê kontrol kir.

Çalakvan Muhemed Kenan, ku xelkê Îdlibê ye, gote Associated Press ku “Harim niha bi tevavî azad e.”

Li çend mehên bihurî, serhildayan gelek bajar û bajarokên hevsînor ligel Tirkîyê kontrol kirin.
XS
SM
MD
LG