Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Shinzo Abe Dibe Serokwezîrê Nû yê Japonyayê


Serokwezîrê nû yê Japonyayê Shinzo Abe
Serokwezîrê nû yê Japonyayê Shinzo Abe
Hate piştrast kirin ku Shinzo Abe dibe serokwezîrê nû yê Japonyayê ku bi vê yekê sîyasetvanê kevnar û Partîya Lîberal ya Demokratîk vedigerin ser desthilatê.

Civata jêrîn ya parlemana Japonyayê roja Çarşemê bi piranî birêz Abe qebûl kir da ku hikûmeteke nû ava bike, tenê deh rojan piştî ku Partîya Lîberal ya Demokratîk, Partîya Demokratîk ya Japonyayê di hilbijartinên parlemanî de têk bir.

Ji piştî Şerê Cîhanê yê Diduyan vir ve, Partîya Lîberal hema piranîya waxtê Japonya hikûm kirîye, lê berî sê salan Partîya Demokratîk ya çepger ketibû şûna wê.

Birêz Shinzo Abe partîya xwe ya parêzkar gihande serkeftinê, piştî ku soza sîyaseteke diravî ya nerm da, ligel zêdekirina xercîyê jibo karên giştî.

Abe herwiha soz da ku helwesteke hişktir hember Çînê derbarê kêşeyên li ser erdê bistîne.
XS
SM
MD
LG