Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Salvegera Kuştinkarîya Roboskê de deh Hezaran Kes Hikûmeta Tirkîyê Şermezar Dikin


Malbatên Roboskê
Malbatên Roboskê
Bi deh hezaran Kurd li Tirkîyê, di salvegera yekê ya kuştinkarîya Roboskê de hikûmeta Tirkîyê şermezar dikin.

Sala çûyî vê rojê, firokên artêşa Tirk serhildayên Kurd kiribûn armanc, lê li şûna wan 34 sîvîlan kuştibûn.

Xwenîşandêrên Kurd helwesta hikûmeta Tirkîyê şermezar dikin ku heta niha vekolîneke qayim destpê nekirîye û berpirsên êrîşê dernexistîye holê.

Ew 34 kesên kuştî, bi piranî qaçaxcîyên xort bûn ku bi qatiran ji Îraqê derbazî hêla Tirkîyê dibûn.

Parlamenterê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) yê bajarê Wane Nazmî Gur ji AP re got, bi dehan hezar kes îro Înîyê çûne goristana li gundê Roboskê yê ser sînora Îraqê.
Vîdyoya Ajansa Nûçeyan ya Dogan (DHA) nîşan dide ku xwepêşandêr slogan û diruşmên dijî hikûmetê diqêrîn.

Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan ya bingeh li New York'ê jî bang li hikûmeta Tirkîyê kir ku vekolîneke vekirî û karîger li ser bûyerê bike û berpirsên êrîşê derxîne pêş dadgehê.
XS
SM
MD
LG