Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Muheydîn Îso: Herêma Kurdistanê Sînora Xwe ligel Sûrîyê Vedike


Li dema ku roj bi roj rewşa aborî li herêmên Kurdan li Sûrîyê xirabtir dibe, karbidestên Herêma Kurdistana Îraqê ligel berpirsên Desteya bilind ya Kurd li Sûrîyê li Hewlêrê kom dibin da ku pirsgirêka vekirina sînorê di navbera Kurdistana Îraq û deverên Kurd li Sûrîyê gotûbêj bikin.

Di vê derbarê de rojnamevan Miheydîn Îso dibêje, biryara vekirina sînorê hatiye standin û gereke di nav van du sê rojên pêş de bicî were.

Di hevpeyvîna ligel Dengê Amerîka de, birêz Îso dide zanîn ku sedema derengketina çareserkirina vê kêşeyê ew e ku partîyên Kurd yên Sûrîyê heta niha negihiştibûn helwesteke yekbûyî, derbarê belavkirina alîkarîyên ji Herêma Kurdistanê li ser bajarên Kurd li Sûrîyê.

Birêz Îso herwiha dibêje, eger derîyê sînorê vebû, ewê bazirganîya Kurdistana Îraqê gelek alîkarîya aborîya Kurdên Sûrî bike.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG