Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûridîn Osman: Rûsya Destê Xwe ji Rejîma Esed Şûştîye


Hikûmeta Rûsya di çend rojên dawî de helwesta xwe hember krîza Sûrîyê bi awayekî berçav guhertîye. Daxuyanîyên cuda ji rêberên Rûs wiha nîşan dide ku Mosko gihiştîye wê bawerîyê ku mana Esed astengîya li pêş çareserîya rewşa Sûrî ye.

Ji dema ku serhildana Sûrîyê berî 21 mehan destpê kiriye, hikûmeta Rûsya bi awayekî eşkere piştgirîya Esed dike û hergav xwestîye ku Esed li ser desthilatê bimîne. Ji bilî wisa, Mosko piştgirîya leşkerî li ser rejîma Esed qut nekiriye, tevî hemû sizayên aborî li ser rejîma Beşar Esed.

Di vê derbarê de, rojnamevanê televizyona KNN, Nûridîn Osman dibêje ku eşkere bûye rêkeftinek di navbera Rûsya û Amerîka de debrarê Sûrîyê pêk hatiye.

Di hevpeyvîna ligel Dengê Amerîka, birêz Osman herwiha dide zanîn ku Mosko nuha daxwaza kombûnan ligel opozisyona Sûrî dike da ku li ser fomulayekê jibo pêşeroja Sûrîyê li hev bikin.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG