Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Dixwaze Kongres Roja 1/1 Bicive


Serokê Amerîka Barack Obama bang li Kongresê kir ku 1'ê meha yekê kom bibe jibo rêlibergirtina "Kendala Darayî” ( bi Înglizî: fiscal cliff) ya ku bacê zêde dike û xercîya hikûmetê kêm dike.

Di gotara xwe ya heftane li roja Şemîyê de, serok Obama got ew ligel Demokrat û Komarîyan kar dike jibo planekê ku xercîya hikûmetê bi şêweyekî berpirs kêm bike û daxwazê ji Amerîkîyên dewlemend bike ku piçekî zêdetir bacê bidin.

Lê belê serokî got ku hinek rêberên Kongresê rê nedane planê ku bikeve ber dengdanê.

Senatorê wîlayeta Missouri, Roy Blunt di gotara heftane ya Komarîyan de got, plana serokî ya zêdekirina baceyê jibo du ji sedî ji Amerîkîyan, tênê têra heşt rojan dike bo xercîyên hikûmetê. Birêz Blunt got, çend rojên li pêş dê gera duwê ya serok Obama bidin nasîn.
XS
SM
MD
LG