Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sûrîyê Derdora Şamê Bombebaran Dike


Çalakvanên Sûrî dibêjin, artêşa hikûmetê derdora Şama paytext û deverên din li sernaserî welêt bombebaran dike.

Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan ku bingeh li Brîtanya ye dibêje, firokên şer roja Înîyê taxên derdora Şamê bombe kirine, di nav wan de devera Dûma ya li jêr dest opozisyonê.

Çalakvanek, ku li Şamê dimîne, dibêje ku leşkerên hikûmetê mûşek û hawinan davêjin nav baxçeyên nêzîkî Dareya û Kefer Sûsê yên ser bi Şamê.

Hemdem, Çavdêrîya Sûrî dibêje ku leşker di nav şerekî de ne ligel serhildayan li deverên Aqraba û Beyt Sehem, yên nêzîkî firîngeha Şamê ya navneteweyî.

Çavdêrîyê herwiha ragihand ku êrîşên asmanî û pevçûn li deverên din yên welêt jî pêk tên.
XS
SM
MD
LG