Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Serokê Venezuelayê Ne Baş e


Hikûmeta Venezuela dibêje, serokê welat Hug Chavez rastî hin astengîyên saxlemîyê hatiye, jiber kulbûna sîngê.

Wezîrê Ragihandinê Ernesto Villegas roja Pêncşemê got ku kulbûna sîngê bûye egera astengîyên bînkêşanê, ev jî birêz Chavez mecbûr dike ku li jêr çavdêrîya bijîşkan bimîne. Wezîrê Ragihandinê ti zanînên bêtir neda.

Rêberê Venezuelayê jiber emelîyata penceşêrê ji meha 12’ê ya sala 2011’an ve dernetîye pêş gel. Di sala 2011an penceşêr pêre derketibû, lê reng û xurtbûna wê nehatibûn eşkere kirin.

Wextekî zûtir vê hefteyê, Cîgirê Serokê Nicolas Maduro rewşa saxlemîya birêz Chavez wekî “hestiyar” da zanîn.

Li aliyekî din ve, rêberên opozisyona venezuelayê daxwaza bêtir zanîn derbarê rewşa serokî dikin.

Biryar e ku birêz Chavez 10’ê meha yekê, sûnd jibo gera serokatîyê ya şeşan bixwe, piştî ku rêberê opozisyonê Henrique Capriles di hilbijartinên meha 10’ê têk bir.
XS
SM
MD
LG