Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malikî û Ellawî Daxwaza Hilweşandina Hikûmeta Îraqê Dikin


Eyad Ellawî, çep, û Nûrî El Malikî. (Erşîv)
Eyad Ellawî, çep, û Nûrî El Malikî. (Erşîv)
Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî daxwaza hilweşandina hikûmet û parlemana Îraqê dike.
Di beyannamekê de, Malikî herwiha daxwaza encamdana hilbijartinên pêşwext dike.

Hevdem, serokê lîsta El Îraqîye û serokwezîrê berê yê Îraqê Eyad Ellawî got “eger Malikî rast dibêje bila dest ji posta xwe berde” û daxwaz kir ku hilbijartinên pêşxwet bihêne encamdan.

Ellawî dibêje ku Îraq di rewşeke pir xirab û pir metirsîdar derbas dibe. Wî herwiha got ku çi rêyên din li pêş Îraqê tuneye, bitenê hilweşandina hikûmetê nebe.

Daxwaza hilweşandina hikûmetê di demekê de ye ku xwepêşandanên Sunnîyan li parêzgehên piranî Sunnî berdewam in.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG