Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kompanyeke Amerîkî Girtîyên Îraqê Tawîz Dike


Kompanîyeke kontraketer ya berevanîyê ya Amerîkî ku alîkarîya binçavkirin û lêpirsîna girtîyên şerê Îraqê dikir, bêtirî pênc milyon dolaran da jibo dawî anîna dozekê ji alîyê girtîyên berê yên zindana Abu Xrêb û navendên din.

Di faylên dadgehê de, 72 kes didin xuya kirin ku karmendên "L-3 Services" ew êşkence kirine. Van kesan gotin ku şêweyên li dema lêpirsînê dihatin bikar anîn pir bûn, wekî lêdanê, tazîkirina bi zorê û gelek şêweyên din.

Kompanyaya ku nuha li jêr navê "Engility Corporation" kar dike daxwaza rawestandina vê dozê kir. wê îdîa kir ku karmendên wê beşek bûn ji “hêzên dagirker”, jiber qanûnên sivîl li wan nayên pêk anîn.dadgeheke federalî li Amerîka ev daxwaza wan sala 2010an red kir. sala borî jî, dadgehekê pêdaçûnê ji binî de hemû daxwaziyên kompanîyê red kir.

Kesên ku gilî hilda bûn, meha 11 ji sala borî 5.8 milyon dolarên Amerîkî wekî padeşt qebûl kiribûn.
XS
SM
MD
LG