Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xêro Ebas: Kurdên Sûrîyê Bitenê Nehêlin


Xêro Ebas
Xêro Ebas
Hunermend Xêro Ebas li ser rewşa Kurdên Sûrîyê ku tê de derbas dibin dibêje, jiber ku Kurdên Sûrîyê bi salan jibo her sê parçeyên din yên Kurdan fedakarî kirine, divê wan bitenê nehêlin.

Hunermend Xêro Ebas, jibo beşdarîkirina çend bernameyên hunerî û hin danûstandinên bi hunermendan re li Tirkîyê bû.

Em jibo Dengê Amerîka, li ser rewşa Kurdên Sûrîyê piştî şer û alozîya li welat pê re peyivîn.

Hunermendê ku li Almanya'yê dimîne, dibêje, piştî bihara Ereb jibo welatîyên Sûrîyê derfeta rizgarbûna ji dîktatorîyê derketîye holê ku wê Kurdên Sûrîyê jî karibin di vê pêvajoyê de, li ser erda xwe rolekê bilîzin.

Xêro Ebas, dide zanîn, bi mebesta alîkarîyê û moralê, ewên li kampên penaberan yên Herêma Kurdistanê hin konsertan bidin ku berîya wê jî şeveke alîkarîyê li Diyarbekirê tê lidarxistin.

Hunermendê Kurd girîngîya yekîtiya Kurdên Sûrîyê bibîr dixe û ji hemû Kurdan dixwaze, di van rojên han de wan bitenê nehêlin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:04 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG