Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raporteke Taybet li ser Kuştina Sakine Cansiz û Hevalên Wê


Piştî ku sê jinên Kurd yên sîyasetvan roja Çarşemê li navenda Parîsê, li ofisa Enformasyona Kurdistanê
ji aliyê kes an kesên ku ne dîyar in hatin kuştin, ji alîyê moral ve tesîra neyênî çêkir li ser hêviyên ku carekî din jibo çareserîya pirsgirêka Kurd çêbibûn.

Raya giştî di wê bawerîyê de ku ev kuştunkarî jibo rê li çarserkirina pirsgirêka Kurd bigre, ji aliyê hêzên kûr û tarî yên navnetewî hatîye kirin.

Sîyasetvanê Kurd İbrahîm Guçlu jibo Gohdarên Dengê Amerîka got “ ev kuştin di alîyê psikolojîde tesîrek neyênî çêkir û bawerîyek çêbûye
ku hêzek heye ku naxwaze pengava jibo aşitiyê hare serî.”

Ji İnsîyatîfa Azadî Muhammed Akar jî got “ pengaveke hessas destpêkirîye û îhtîmal heye ku hin aliyên ku naxwazin aşitî çêbibe di pişt van kuştinan de hebin.”

Rojnamevan û nivîskar Fehim İşik jî got tenê berjewendîya ew alîyên ku dixwazin alozî bidome ji van kuştinan heye û bal da ser îhtîmala rola dewletên Rojhilata Navîn.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG