Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Divê Fransa Kuştina Her Sê Çalakvanên Kurd Şirove Bike


Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan roja Şemîyê bang li Fransayê kir ku ronîyê bixîne ser kuştina sê çalakvanên jin li Parîsê û got, divê Serokê Fransî Francois Hollande şirovekirinekê bide ka çima ew ligel mîlîtanan kom bûye ku ji alîyê Tirkîyê ve dihatin xwestin.

Hersê çalakvanên jin ku yek ji wan dameznêra Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû, roja Pêncşema borî kuştî hatibûn dîtin, li dema ku rêberê zindankirî yê PKKê Abdullah Ocalan danûstandinên aştîyê ligel hikûmeta Tirk dike.

Çalakvanên Kurd li Ewropayê hikûmeta Tirkîyê bi kuştina hersê çalakvanên jin tawanbar dikin, li dema ku karbidestên Tirk dibêjin, reng e ev karekî navxweyî be da ku rê li ber danûsandinên aştîyê bigire.

Erdogan got, çawa mirov dikare ligel endamê rêxistinekê ku ji alîyê Yekîtîya Ewropayê wekî terorîst hatîye zanîn û ji alîyê Tirkîyê ve tê xwestin.

Serokwezîrê Tirkîyê ev yek wekî bersiv li ser axaftina serokê Fransî da, piştî birêz Hollande gotibû wî yek ji hersê jinan nas dikir. Serokê Fransî xuya nekiribû wî kîjan jin nas dikir.
Birêz Erdogan berdewam kir û got, pêwîst e Fransa demûdest tawana kuştinê eşkere bike û bersiva hemû pirsan bide.
XS
SM
MD
LG