Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sedir: Cêbicêkirina Wekheva Yasayên Parastina Niştimanî


Oldarê radîkalê navdarê Şî’e li Îraqê Muqteda El Sedir daxwaza cêbicêkirina wekheva yasayên Parastina Niştimanî kir, kû bûne egera tundûtûjîyên çend heftîyan li deverên piranîya Sunnîyan yên bawer dikin ew li dijî wan hatine danan.

Di hevpeyvînekê de ligel televizyona El Hurre, Sedir got, ew ligel nerazîbûyên Sunnî hevbîr e ku hikûmeta serokwezîr Nûrî Malikî alîgir e. Wî got em bawer dikin kêmasî di cêbicêkirina qanûnê de heye, ne di qanûnê bi xwe.

Sedir got, tevgera wî ya sîyasî dixwazit serokwezîr yasayê bi wekhevî bi cihbîne. Ew yasayên rê didin girtina bergûmanên tîrorist û derxistina karbidestên têkelî ligel partîya Ba’as ya diktatorê berê yê Îraqê Seddam Husên hey.

Komela El Sedir hevbenda hikûmeta Malikî ye û 40 endam di parlemana 325-endamî de hene.

Serokwezîr Malikî dibêje, ew li xwepêşandanên berfirehên dijî hikûmetê xweş nabe. Wî hevbendên hikûmeta xwe yên Sûnnî xetabarkirin bi xemsarîyê ne-hevkarîyê li hember hewlên jinavbirina hikumeta wî.
XS
SM
MD
LG